Li Edeneyê panela 'Em dixwazin bijîn' hat lidarxistin

  • 16:34 23 Mijdar 2019
  • Rojane
EDENE - Di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de Platforma Jinan a Edeneyê panelek bi navê "Em dixwazin bijîn" li dar xis û bal kişandin ser cûreyên şîdetê û têkoşîna li dijî şîdetê. 
 
Platforma Jinan a Edeneyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan, bi navê "Em dixwazin bijîn" panelek li dar xist. Panel li Şaxa Odeya Endezyanên Ziraatê ya Edeneyê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Edeneyê Sevîl Arici û gelek jin tevlî panelê bûn.
 
‘Li hemberî jinê polîtîkayên şîdetê tê meşandin' 
 
Parlamenter Tulay, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên xwe zext dibe ser jinê û destkeftiyên jinan hedef digire. Em bi şîdetê re rûbirû dimînin. Mêr bi taybetî li hemberî jinê şîdeta fîzîkî û hestiyarî pêk tîne. Divê bêtir li ser şîdeta hestiyariyê jî bê sekinandin. Divê xebatên jinan bêdîtin û temsîliyeta wekhev bê li pêşxistin. Lê mixabin Diyanet niha hemû karê xwe hiştiye û tenê bi jinan re mijûl dibe û bi xebatên dîtbarî dixwaze jinê dîsa di rêza duyem de bihêle. 
 
'Li hemberî destkeftiyên me êrîşek heye'
 
Sevîl jî di panelê de bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em di nava rojên reş de nin. Niha li hemberî destkeftiyên me êrîşek heye û em hewl didin ku destkeftiyên me ji destê me neçin. Peymana Stenbolê bi têkoşînê di sala 2011'an de ji hêla Tirkiyeyê ve hatibû qebûlkirin."
 
Panel bi nîşandina fîlman bi dawî bû.