Ji KESK'ê banga daketina qadan hat kirin

  • 15:39 23 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê Meclîsa Jinan a KESK’ê civîna çapemeniyê li dar xist û bang li jinan kirin ku di 25'ê Mijdarê de li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinê derkevin qadan. 
 
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) ya Wanê Fatma Arslan daxuyanî da.
 
Fatma, diyar kir ku şîdet û polîtîkaya vê zîhniyetê xwedî dike didome û ew ê bi qîrkirina “Em naxwazin bimirin” li dijî kuştina jinan li qadan bin. Fatma, anî ziman ku wan kampanya “Em jiyana azad û wekhev dixwazin” dane destpêkirin û dê heta 8’ê Adarê dewam bike. Fatma, da zanîn ku li her qadê jiyanê şîdet li ser jinê tê kirin û li dijî kuştin û şîdetê bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de derkevin qadan.