Li Hewlêrê semînera 25'ê Mijdarê hat lidarxistin

  • 15:23 23 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi minasebeta 25’ê Mijdarê semînerek li dar xist. Her wiha di têkildarê mijarê de jî  şanoyek hat pêşandan.
 
Ji hêla Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Herêma Federal a Kurdistanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê li Hewlêrê semînerek hat lidarxistin û gelek jin tevlî semînerê bûn. Her wiha piştî semînerê di têkildarê mijarê de jî şanoyek hat pêşandan. 
 
Rêvebera Nûnertiya HDP’ê Muzeyen Guneş di semînerê de axivî û bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê. Muzeyen, her wiha bal kişand ser têkoşîna jinan a li hemberî şîdeta li dijî jinan û wiha got: Şîdeta li hemberî jinê, encama zîhniyeta baviksalarî û dewletê ye. Dî avakirina sîstema dewletan de cihê jinê nîne, sîstemek li dijî jinê ye, dijî îradeya wê ye. Dî sîstemeke ku fikra jinê nebe, îrade û parastina wê jî nîn e. Lewma niha ev sîstem ji hêz û îradeya jinê ditirse. Jinan wekî koleyan dibîne.”
 
Muzeyen, anî ziman ku li hemberî sîstema mêr, jinê bi zanebûn û têkoşîna xwe di nava civakê de cihek girtiye û xwe daye qebûlkirin û wiha axivî: "Jinên Kurd jî bi têkoşîna xwe îro îrade û hêzek derxistiye holê û divê ev têkoşîn bê bilindkirin."
 
Piştî axaftinê, jinan têkildarî şîdeta li ser jinan, şanoyek hat pêşkêşkirin.