'Em ê dest bidin hev û parastina welatê xwe bikin'

  • 14:53 23 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Odeya Bazirganî û Pêşesaziya Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke tevlî kampanya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk bûn û gotin: "Em ê dest bidin hev û parastina welatê xwe bikin."
 
Odeya Bazirganî û Pêşesaziya Kantona Kobanê bi armanca qutkirina kel û pelên dewleta tirk li herêmê, îro bi rêya daxuyaniyeke tevlî kampanyaya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk bû. Daxuyanî li sûka Tilel ji aliyê Endamê Odeya Bazirganî û Pêşesaziya Kobanê Mehmûd Salih Muslim ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Ji 9'ê Cotmehê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî hemû rengên êrîşan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat. Bi çekên qedexekirî li berçavê netew-dewletan êrîşî gelê herêmê kirin, cîhan tevahî bê deng e. Di van êrîşan de aramanca dewleta tirk zelal bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hember van êrîşan bêdeng neman û berxwedaneke bê hempa didin meşandin. Qada herî girîng hiştiye dewleta tirk li ser lingên xwe bisekine aborî ye. Ji ber vê yekê em wek odeya bazirganan a Kantona Kobanê tevlî kampanya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk dibin. Ji ber ev kel û pel dikevin xizmeta aboriya dewleta tirk û dibin sedema qetilkirina zarokên me. Erka me ye em li kêlek gelê xwe bisekinin û li dijî armanc û çavbirçîbûna dewleta tirk bibin yek.
 
Tevlî kampanyayê bibin
 
Em wek odeya bazirganan ya kantona Kobanê radigihînin ku êdî hemû kel û pelên dewleta tirk li herêmê boykot dikin. Bangawaziya me ji hemû gel û bazirganên Kantona Kobanê re heye ku tedbîrên xwe bigrin, dest bidin hev û parastina welatê xwe bikin bi hemû rêbazan û ya  herî girîng di qada aborî de. Em bawerin ev kampaniya wê encamên erênî bi xwe re bîne."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Na ji kel û pelên dewleta tirk re" bi dawî bû.