'Jin dê bibin bersiva hemû cûreyên şîdetê'

  • 14:41 23 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMiŞLO - Komcivîna Koordînasyona Jinên Rêveberiya Xweser bi nîqaşên girîng li ser cûreyên şîdetê rawestiyan. Jinan got: "Ger ku edalet di cîhanê de hebe, jin bi şîdetê re rûbirû nediman, jin wê bibe bersiv ji hemû cûreyên şîdetê re û hemû maf û dozan bi xwe mayinde bikin."
 
Komcivîna Koordînasyona Jinên Rêveberiya Xweser a ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan, bi dirûşmeya "Bê dengiya we me dikuje" li bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna 150 delegeyên jin ji tevahî rêxistin û saziyên jinan hatiye li darxistin bi nîqaşên girîng bi dawî bû. Piştî ku nîqaş li ser her sê maseyên esasî tundiya mirovî, hiqûqî û siyasî hat kirin, jinan di nava xwe de ev mijar guftûgokirin. Her jinekê nêrîna xwe di nava komcivînê de parve kirin, ku divê êdî jin rastî şîdetê neyê, ji ber niha jin di rewşeke ewqas birêxistin de ye û hêze wê dê bibe bersiv ji vê şîdetê re û dibe jî. 
 
Kesên ku xwe paşguh dikin, nikarin dengê azadiyê bibhîzin 
 
Maseya duyemîn, maseya tundiya hiqûqî ye. Semînervanên maseyê, Seroka  Meclîsa Edaleta Jin Eynûr Başa, Hevseroka Bîroya Edaletê Etiya Yûsif û Hevseroka Edaleta Civakî Gulîzer Ibrahîm in.  
 
Jinan di vê maseyê de diyar kirin ku fikrê ku Rêveberiya Xweser diparêze, bi rêve diçe demokrasiye û ev yek tu  cûreyên şîdetê qebûl nake û wiha hat gotin: "Sîstemên desthilatdar tenê jin milkê mêr dibînin. Jin di nava rastiya xwe de, li hember hemû cûreyên şîdetê li ber xwe daye. Jinên ereb jî yek ji parçeya vê şoreşê bûn. Isbatkirina jinê ji doza şoreşa mafê wê re, ev yek  hêza wê nîşan kir. Jin di nava hemû qadên jiyanê de hebûna xwe parast û dikarîbû bibe pêşenga hemû qadên civakê. Divê hemû jin ji bo doza azadiya xwe li ber xwe bidin û bibin pêşengên jiyanê. Di hiqûqê de jinê ne hatin dîtin, kesê ku xwe paşguh dikin, nikarê azadiyê bibhîzin. Ger ku dibêjin edaletek heye, jinê edalet çêkiriyê. Jin destgirtiya aştiyê ye û di dîrokên cîhanê de eşîra şer kiriye û jinê şer dane rawestandin. Ger edaletek di cîhanê de hebûya, wê di wan deman de mafê jinê jêre hatiba veqetandin. Di hundirê her malekê de divê edalet ji bo jinê hebe. Bila em ji bîr nekin ku jin jiyane bila jiyanê neperçiqînin."
 
Desthilatdar ji hêza jinê ditirsin
 
Di maseya 3'yemîn de, şîdeta siyasî hat nîqaşkirin. Semînervanên vê maseyê, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer, Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sûad Xelo û Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif bûn.
 
Di nîqaşên şîdeta siyasî de wiha hat diyarkirin: "Şîdeta siyasî jinê ji qada siyasetê dûrdixê û temsîla wê ya siyasî winda dike. Heya niha jin rastî ferq û cudahiyê tê. Dewlet di rêya zagonên xwe yên qirêj, şîdeta siyasî li ser jinan dide meşandin û jinan tehdîd dikin, da ku bighêjin armancên xwe. Girtinê jinê ji siyasetê dûr dixin. Şîdeta siyasî xeteriyek e mezine, xebata jinê zehmet dike û wê ji biryarên xwe rêvebirinê bê par dihêlê. Beşdarbûna jin di qada siyasetê de, cihê mêr kêm dike. Ne beşdarbûna jin ji biryarê re, hişt ku sîstemên desthiltdar pêşbikevin. Jinên parlamenter tên qetilkirin û tên tesfiyekirin. Jinên ku rastî şîdetê tên doza wan tê girtin. Çeteyên tirkiyê yên ku jin hedefgirtin ji hêza jin ditirsin û mînaka wê jî hedefgirtina jina siyasî Hevrîn Xelef e. Şîdeta li ser jinê nerawestiya ye. Divê jin ji li dijî şîdeta siyasî xwe biparêze û di hemû qadên jiyanê de pêşeng be, divê jin jî xwedî biryar be." 
 
Paşê li ser van her dû maseyan jinan nîqaşkirin û nêrînên xwe ji  hev re parve kirin. Komcivîna jinan bi dirûşmeyên "Jin jiyana azadî " bi dawî bû.