Li dijî şîdetê dê li Taksîmê kom bibin

  • 13:35 23 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Jin, îsal li dijî şîdet, bêkarî, kuştin û êrîşên zayendî dê dakevin qadan. Li Stenbolê jin dê di 25'ê mijdarê de li Taksimê kom bibin û beşdarî Meşa Şevê ya li Îstîklalê bibin. 
 
Nûner û saziyên jinan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê dê di 25'ê Mijdarê de li Taksîmê kom bibin û heta Qada Tunelê bimeşin. Jin dê saet di 19.00’an de kom bibin û dest bi meşê bikin. Nûnerên jinan bang li hemû jinan û kesên rastî tundiyê tên kirin û xwestin jin dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin. 
 
‘Divê bi hev re têkoşîn bê dayîn' 
 
Pinar Ersoz jî anî ziman ku wekî jinek ciwan bi fikar e ku li Tirkiye dijî û wiha got: "Ji bo tedbîr bên stendin, divê jin di hemû platforman de dengê xwe bilind bikin. Divê jin bi hev re dengê xwe bilind bikin û bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin." 
  
‘Li dijî şîdetê divê tedbîr bên girtin' 
 
Neziha Başaran jî bang li hemû jinan kir ku bi hev re dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Li dijî jinê tundî zêde ye. Lê tundiyek ku pêk tê, roja din tê ji bîrkirin. Vê yekê bi film û rêzefîlmên heyî asayî û rewa dikin. Divê dewlet li hemberî van yekan tedbîran bigirin. Em dibînin ku bi "Halê baş" mêr nayên cezakirin û cezayên wan kêm dikin. Eger jin bi hev re têbikoşin û bi hev re dengê xwe bilind bikin dikarin rê li pêş vê yekê bigirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi hev re dengê xwe bilind bikin." 
 
‘Em ê li Taksîmê bin' 
 
Çagla Ayan  jî anî ziman ku li Tirkiye li dijî şîdet û zextên li ser jinan tedbîr nayên girtin û ev fikara wê ya pêşerojê zêde dike. Çagla, destnîşan kir ku ji ber li Tirkiye gelek rûdanên tundiyê pêş dikevin ew û gelek ciwanên wekî wê difikirin ku koçî dervê welat bikin û wiha got: "Mamosteyên me jî piştgiriyê didin vê fikra me. Hina her tişt bêtir ber bi halê xerab ve diçe. Li Tirkiye her tişt paşve diçe. Em dê di 25'ê Mijdarê de li dijî van geşedanan li qada Taksîmê bin. Em dipên ku her kes tev li vê meşê bibin û piştgiryê bidin." 
 
'Dê dakevin qadan'
 
Îlka Arslan, diyar kir ku di dozên cînayetên jinan de daraz cilên mêr li xwe dikin û wiha got: "Ji ber vê yekê mêrên bersûc ji 'Halê baş" sûdê digirin. Ev li dijî karê aqilan e. Ez weke kesek ciwan ji bo pêşerojê bi fikar im. Divê her kes di 25'ê midarê de li dijî bê hiqûqiyê dakevin qada Taksimê."