Li Mexmûrê 1'emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk didome

  • 10:34 23 Mijdar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê 1'emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk di roja 3'yem de didome.
 
1'emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) bi beşdarbûna 350 delegeyan bi dirûşmeya "Avakirina Pergala Netewa Demokratîk, Avakirina Jiyana Azade" li salano konfaransê di roja 3'yem de didome. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak ve hat kirin. 
 
Piştî axaftina vekirinê, kongre bi xwendina raporên qadan yên xebatên 2 salan û nirxandina rewşa siyasî dom kir. Her wiha dê di kongreyê de nirxandina rewşa rêxistinî bê kirin.