Kujer yên herî nêzî wan bûn: Li ber çavan hatin qetilkirin

  • 09:39 23 Mijdar 2019
  • Rojane
 
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Di 17 sal dema desthilatdariyê de yek sererastkirineke qanûnî ya pêşî li şîdeta li ser jinan bigire nehat kirin û ji ber vê jî şîdet her diçe zêde dibe. Li Wanê di salên dawî de kuştinên jinan, ji ber helwesta darazê û pêkanînên polîsan pêk hatin.
 
Di 17 sal desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû. Di 2018’an de 440 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li Wanê jî gelek jin ku rastî şîdeta sîstematîk ya mêran hatin, bi awayekî aşkera hatin qetilkirin.
 
Kujerê wê 3 sal şûnde hat girtin
 
Li Erdîş a Wanê jina bi navê Sevda Kaya di 9’ê cotmeha 2011’an de ji aliyê Alîm Yiliz yê ku bi mehra olî pê re zewicandibû ve hat qetikirin. Kujerê wê Alîm Yildiz 3 sal şûnde hat girtin û rastî cezayê muebetê hat.
 
Bi dehan carî gilî kir
 
Dîlek Ozîster jî di 2014’an de ji aliyê hevjînê wê Nîhat Ozîster ve hat qetiklirin. Dîlek ku ji roja zewicî rastî şîdeta sîstamatîk hat, bi dehan carî reviya mala bavê xwe û tevî ku serlêdana sûc kir jî tu tiştek nehat kirin. Kujerê wê bi cezayê muebetê hat cezakirin.
 
Ji bo kujerê Eylem Pesen daxistina ceza
 
Eylem Pesen ya 6 mehî ducanî bû ji aliyê Kerem Çakan yê bi mehra olî pê re zewicandibû ve hat qetilkirin. Ji bo kujerê Eylemê ji rewşa baş ceza hat dayîn û ceza veguherî cezayê muebetê.
 
Li taxa Şabaniye a Artemît a Wanê di 2017’an de Kader Ozdemîr ya 20 salî ji aliyê Halît Çançîn ve hat qetilkirin. Dadgehê ku cezayê muebetê da Halît, ji rewşa baş ceza daxist û 25 sal ceza birî.
 
Li taxa Hacibekîr a Îpekyol a Wanê di 2017’an de Gulten Aşkan a 18 salî qetilkirî li parqê hat dîtin. Ji bo kujer Azîz Bor cezayê muebetê hat dayîn lê dosya hîna li dadgeha îstînafê li bendê encamê ye.
 
Sîbelcan şandin mirinê!
 
Sîbelcan Yilmaz ya li Elbaq a Wanê dijiya ji aliyê hevjînê wê Cahîd Cobandede ve hat qetilkirin. Sîbelcan ku ji roja zewicî rastî şîdeta sîstematîk hat bi dehan carî çû mala bavê xwe lê ew her carê îqna kirin ku vegere malê. Ji bo kujerê Sîbelcanê cezayê muebeta giran hat dayîn.
 
19 salan rastî şîdeta sîstematîk hat
 
Aslihan Ertaş ya li Elbaq a Wanê dijiya, ji aliyê hevjînê wê Mehmet Zekî Torun ve 19 salan rastî şîdeta sîstematîk hat. Mehmet Zekî di 13’ê Çileyê 2017’an de ew qetilkirin.
 
4 kesî Ayşe qetilkirin
 
Ayşe Hanay a 23 salî li gundê Dîreklî ya Ebex a Wanê di 11’ê Sibata 2012’an de hat qetilkirin. Ji 4 gumanbaran li xezurê wê Fevzî Hanay, û Mustafa hanay cezayê muebeta giran hat birîn. Li Suat Hanay 17 li Behçet Hanay jî 20 sal ceza hat birîn.
 
Gulcan Sutçu ya 8 mehî duxanî bû ji aliyê Mehmet Nurî Sutçcu ve di 14’ê Nîsana 2012’an de hat qetilkirin.
 
Adalet Teber jî li Ebêx a Wanê di 2011’an de ji aliyê Faruk Teber ve hat qetilkirin.