Name Ozturk: Tu kes nikare bêje qeder e

  • 09:36 23 Mijdar 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Name Ozturk ku bi salan rastî şîdetê hat û her derî li ruyê wê hat girtin, ji bo bijî parastina cewherî pêk anî û neçar ma Kazim Aydemîr bikuje. Name ku niha bi jinan re têkoşîna xwe didomîne got: “Ez bimrama qeder bû. Wê demê mirina wî jî qeder e. Lê qebûlkirina vê ji bo wan zehmet e. Ji bo tiştên ku 8 sal in min jiya tu kes nikare bêje qeder bû.”
 
Name Ozturk di 2016’an de meha tîrmehê de li hember Kazim Aydemîr yê ku îşkenca sîstematîk lê dikir, parastina cewherî pêk anî. Name ku dest ji Kazim Aydemîr berdabû rastî şîdetê hat û wê jî bi parastina cewherî ew qetil kir. Di doza ku hat vekirin de di 12’ê cotmeha 2018’an de 12 sal û 6 meh ceza li Nameyê hat birîn. Li ser îtîraza parêzeran di 15’ê gulanê de hat tahliyekirin û cezayê wê daket 10 salan. Parêzeran diyar kiribûn ku wê dozê bibin Dadgeriyê.
 
'Hemû derî li min hatin girtin'
 
Namze li Erziromê tê dinê û bavê wê li Elmanyayê dixebitî. Name hemû dibistana xwe li Erziromê û zanîngehê li Erzîncanê dixwîne. Name diyar kir ku Kazim Aydemîr li lîseyê nas kiriye û got: “Ez nizanim ku vegotinek çawa ya evînê heye. Me evînek mezin jiya bû. Pêvajoya nîşaniyê jî xweş bû. Ger wê pêvajoyê guman min hebûn bi rastî jî ez ê nezewiciya ma. Heta zewaca me her tişt xweş bû. Em zewicîn. Ez ducanî mam. Ez di carekê de wek bikevim binê bîrê. Di ducanîbûnê de min tiştên wisa cidî jiyan, min got êdî ez tu car ducanî namînim. Min nexwest ev ji vî kesî re zarok bînim dinê û bikevim gunehê zarokek din. Min ducaniyê de şîdet dît. Ji canê xwe wêdetir ez ketim derdê zaroka xwe. Nemabû zaroka xwe winda bikim. Hatina dinê ya zaroka min mucîze bû. Tevî her tiştî hat dinê. Her cara şîdet kir min xwest ez pê re biaxivim. Ez çûm cem malbata xwe ya wî. Çûm polîs. Kesî tiştek nekir. Ji bo şîdet bisekine min gelek têkoşîn da. Meha dawî ya ducaniya min bû. Ez rastî şîdetek cidî hatim. Li 155 geriyam. Lê hemû derî li min hatin girtin.”
 
‘Ne qeder e'
 
Nameyê bi lêv kir ku demek beriya bûyerê çûye cem bavê Kazim û got: “Min got wê min bikuje, wan got qeder e. Piştî bûyerê gelek bertek li hember min hebûn. Ez bimrama wê bigotina qeder e. Ew mir çi bû? Wê demê ew jî qeder e. Lê zehmete ku vê qebûl bikin. Niha jî qebûl nekirin. Min jî nedixwest wisa be."
 
'Ez ê têkoşîna xwe bidomînim'
 
Name, qala piştî girtina xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şert û mercên girtîgehê ji bo min qet ne zehmet bûn. Şertên girtîgehê ji bo min rehet bû. Rêxistinên jinan xwedî li doza min derketin. Parêzer Dîren Cevahîr Şen li girtîgehê hat serdana min. Xwestin dozê bigirin. Min qebûl nekir. Lê piştî demekê Yasemîn Çakal tahliye bû. Kurê min yê mezin di tv de dibîne û xwe digihîne Dîrenê. Dîren hat serdana min û min qebûl kir. Ez niha jî têkoşîna jiyanê didimi û bi jinan re li ber xwe didim. Ez jî di 25’ê Mijdarê de wê li Taksîmê bim.”