'Werin em bi hev re li dijî tundiya mêr û dewletê tebikoşîn'

  • 09:24 23 Mijdar 2019
  • Rojane
 
 
Zeynep Durgut
 
WAN - Jinan ji bo meşa ku dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Wanê di pêşengiya TJA'yê de pêk bê bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşê bibin û li dijî tundiyê biherikin qadan. 
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Naneteweyî  Tevgera Jinên Azad (TJA)  li her bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê dest bi xebatên xwe kir. Di çarçoveya bernameya ku hat amadekirin de di  25’ê Mijdarê de pêkanîn  wê jin bi meşeke girseyî bi kincên xwe yên kurdî li dijî tundiya mêr li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bibin û heta Parqa Musa Enter bimeşin. Jinan bang li herkesî kir ku tevlî meşê bibin.  
 
‘Ji bo ku jineke din neyê qetilkirin ê bi hev re bin’
 
Aktivîsta TJA’yê Gulê Komî anî ziman  ji bo êdî  tenê jinek jî neyê qetilkirin ew ê di 25’ê mijdare de li dijî tundiyê bimeşin û wiha axivî;” Ji bo ku êdî jinek jî neyê qetilkirin em ê li dijî tundiya dewletê û tundiya mêr rabin berxwedanê. Em jin bi hev re xwe bi rêxistin dikîn. Em bang li hemû jinan dikîn ku tevlî meşa me bibin û em bi hev re biherikirin qadan.” 
 
‘Divê jin ji bo mafên xwe tebikoşe’
 
Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Kiye jî bi lêv kir ku jin bi hev re li dijî tundiyê li ber xwe didin û got ku divê jin li dijî tundiyê bêdeng nemînin û wiha pê de çû;” Em wekî civak divê li dijî tundiya li ser jinê çi bikin? Divê destpêkê em vê pirsê ji xwe bikîn. Divê jin bingeha mafên xwe bizanibe. Di qada  aborî de divê xwe pêşve bibe û li dijî hişmendiya mêr a desthilatdar bi rêxistinî tevbigere.”
 
‘Li dijî tundiyê têkoşîna jinên cîhanê pêwîste’
 
Haticeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî tundiyê têkoşîna bi rêxistinbuyin pêwîste û wiha dom kir;” Mêrê serdest çawa ku bi rolên xwe yên zayendperestî tevdigere divê rêxistinbuyina me jinan jî ji zarokatiyê de dest pê bike. Li dijî hişmendiya 5 hezar salan em encax bi rêxistinbuyineke xurt bi ser bikevin. Bêgûman niha jinên kurd li hemû qadên jiyanê li ber xwe didin. Lê ev ne tenê bi têkoşîna jinên kurd pêkan e, bi têkoşîna jinên cîhanê pêkan e.” 
 
‘Dema ku em destê xwe bidin hev em ê bi hêz bin'
 
Ji jinan Ayten Saggul jî hemû jin daxwazî meşê kirin û got ku pêwîste her jinek li dijî zilmê dengê xwe bilind bike û wiha got:” Ger ku jin bixwazîn dikarin bikevin pêşiya mirin û şeran. Dema ku me  li hemberî tundiya mêr û tundiya dewletê destên xwe dan hev em ê bi hêz bin. Ji ber ku em dayîk in. Wekî ku dilê dayikekê dişewite dilê mêr wisa naşewite. Hewceye ku jinên  kurd,tirk,ereb,fars û ermenî li dijî tundiya mêr di têkoşînê de bi hev re bin. 
 
Ayşe Mînaz jî bang li hemû jinan kir ku li dijî hişmendiya serdest di 25’ê mijdarê de li qadan bin û wiha got:” Em jin bi hev re bi hêz in û bi hev re hene. Ji bo ku êdî tenê jinek ji me kêm nebe werin em bi hev re bimeşîn. Jin jiyan azadî. "