Rojava çima şoreşa jinê ye? (4)

  • 09:16 23 Mijdar 2019
  • Rojane
 
Zelal Ciger: Sîstema wekheviyê esasê serkeftina şoreşê ye û mayindekirina mafê jinê ye
 
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ciger, di derbarê rola jinê ya di sîstema Sûriyeyê û sîstema wekheviyê de nirxandin kir û got: "Ger di nava sîstemekê de jin û mêr wekhev bin, wê şoreş jî bi ser bikeve. Êdî jin li nirxên xwe yên azadiyê xwedî derdikevin. Wekhevî esasê guhertina zihniyeta civakan e."
 
Di nava sîstema Sûriyeyê de, ango rêjîma BAAS'ê de jin di  qadên pêşengtiyê de cih nedigirtin. Rewşa jinê her ku diçû di nava paşveçûnê de bû û tu rolên ku hebûna wê bide diyarkirin jê re nedihatin veqetandin, berovajî wê  rastiya jinê winda dima. Jin rastî tundiya mal û civakê dihat, ji bilî zagonên ku wê weke miroveke kêm jî pênase dikir û divê di bin kontrola desthilatdariya zihniyeta baviksalarî de be. Ev yek jî bi jinan didan qebûlkirin û ferzkirin. Nêrîn û biryara jinê tune bû. 
 
Di mijarên mîrasê de dîsa jin ji tundiyê bê par nema û mafê wê yê mîrasê kêmî yê mêr bû. Yan jî gelek caran jê re nedihat dayîn. Di nava zagonên dewletê reng û dengê jinê tune bû û zagonên ku wan li gor zayendperestiya xwe çêkirine, li ser jinan didan meşandin.
 
Sîstema dewletê, hişt ku jin azadiya xwe winda bikin 
 
Ger ku em qala mafê kar û xebatê, aborî û siyasetê bikin, dîsa  ferq di navbera jin û mêr de hebû. Di nava qada siyasetê de mafê dengdanê û endamabûnê tune ye, ji aliyê aboriyê de jin bê par e tenê dikarê destê xwe li ber mêran dirêj bike. Da ku bikaribe jiyana xwe bidomîne. Ji aliyê çand û hunera jinê de, dîrok fetisandin û jin weke şermekê didîtin û di nava çar dîwarên malê de hatibû kilîtkirin. Rewşa jinê pir xerab bû, ji bo wê heta niha jî em dibînin di nava sîstema wan de tenê yek jin yan 2 jin hene. Bê hêz û maf in û tenê bi fizîka xwe li wir in û biryara dawiyê ya mêr e. Di tevahî welatên  Rojhilata Navîn de, rewşa jinan dişibe hev. Zagonên li dijî îradeya jin, jin kole hiştin. Sîstema dewlet yekalî ye. Loma ev dibe sedem ku jin azadiya xwe winda bikin.
 
Zihnîyeta dewletê nikarê xwe bi zagonên yekteşeyî îfade bike
 
Di sala 1949'an de li Sûriyeyê, mafê jinê yê dengdayinê jê re hat erêkirin û di sala 1953'an de mafê wê yê hilbijartinê hat dayîn, lê dîsa ev têrê nekir. Zihnîyeta ku bi hezarê salan li ser esasê wê dewlet ava bûye, nikare îro bi zagonên yekteşeyî xwe îfade bike. Eger ku dengê jinê di qadên siyasetê de derkeve, dîsa jin dihat zindankirin û rastî tundiyê dihat. Ev hemû bû sedema ku jin ji jiyanê qut bibe. Demokrasî dûr lê dihat mêzekirin. Di şert û mercên zehmet de jin didan jiyîn. Ev hemû hişt ku çiroskên azadiya jinê yên ku derdiketin jî zû werin vemirandin.
 
Şoreşa ku jin têde tune be, seqet dimînê 
 
Bi destpêkirina bihara gelan û weke ku her kes jî dizane, jin di nava çalakiya de kêm dihatin dîtin. Ji ber rêxistineke rast a jinan tune, ku rêyên azadiyê bidin pêşiya wan. Pêwîst bû ku tevgerek jin hebû ku dîsa careke din mejiyê jinan di piratîka mafê wê de bide şuxilandin. Ji bo wê şoreşên wan tev bi bin ketin û heta niha welatên ku bihara gelan li welatên wan dest pê kiriye, xwe ji nakokî û şer xelas nekirine. Şoreşên yek alî bi ser nakevin. Şoreşa ku jin tê de tune be seqet dimîne, ji ber lingê wê yê bingehîn ne di nav de ye.
 
Şoreşa jinê qadên koletiyê veguherandin qadên têkoşînê
 
Bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê, êdî şoreş veguherî aliyekî din ji xeta azadiyê. Jinan kirasê koletiyê ji ser xwe avêtin. Tenê gavek jê re divî bû  ku qêrîna tevahî jinan derkeve pêşberî sîstemên desthilatdar û qadên siyaset û jiyanê veguherandin qadên şoreş û têkoşînê. Jinan ji hemû deverên cîhanê xwe li derdora vê şoreşê kirin xelek û êdî jin di nav de bû hevserok, leşker û siyasetmedar. Ev hemû destkeftiyên jinan bûn û heta niha em dikarin bêjin jin esasê jiyanê ye. 
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Zelal Ciger pêşengtiya jin û rola wê di civaka şoreşa jinê de nirxand û ji ajansa me re parve kir. 
 
'Di sîstemên Rojhilata Navîn de desthilatdariya mêr li pêş e'
 
Zelal wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Ger em rewşa jinê di Sûriyeyê de û di Rojavayê Kurdistanê de binirxînin, her kes dizane di sîstema dewletan de û bi taybet dewletên diktator an jî yên desthilatdar  ku demokrasî  tê de tune ye, wê mafê jin û rola wê çawa be. Dema ku mirov li van sîstemên di Rojhilata Navîn de mêze dike, mêr di desthilatdariya wê de cih digire û yê ku vî karî bi rê ve dibe serokkomar e. Di sîstema rêjîma Sûriyeyê de ev yek heye.  Ji salên 1970'an de Rejîma BAAS'ê hukumdar bû û dirûşmên wê jî ev desthilatdarî nîşan dida. Di gelek mijarên  wê de teşeyekî demokratîk heye, em ê di mijara jinê de  zagonên dewletê,  sîstema dewleta zayendperest tê de dihat dîtin. Jin di temenekî biçûk de dihat zewicandin, ji mafê mîrateyê bêpar dihatin hiştin. Her çiqas ev yek di zagonê de nehatibe nivîsandin jî, lê pir eşkere dihat meşandin."
 
'Di welatekî de ku mafê mirov tune be, mafê jinê jî tune ye'
 
Di dewamiya axaftinên xwe de Zelalê bal kişand ser cudahiya di navbera mirov û zayend û di nava sîstema Sûriyeyê de û wiha domand: "Di sîstema Sûrîyeyê de, me tu carî nedîtiye ku jin rola xwe ya siyasî daye leyîstandin. Di parlementê wan de tu rengê jinê tune bû. Mirov dizanîbû ku welateke desthilatdariya mêr dimeşîne. Qaşo bi navê sosyalîstiyê bang dikir û tu pîvanên sosyalîstê û azadiyê pêk nedihatin. Ger em li Sûriyeyê mêze bikin, Sûrîye mozayika gelan e, lê belê ew yekîtî tune bû û tenê pêkhateyên ereb esas dihatin girtin û heya di nav pêkhateyên ereb de partiya BAAS esas bû.  Ji bo wê jî netewên ereb jî tu para xwe ji demokrasiyê di nava vê sîstemê de negirtin. Di herêmên kurdan de tu maf tune bûn ne ji aliyê avakirinê de, vekerina kargehan, avakirina zaningehan û her xizmetên ku gel jiyana xwe pê bidomînin. Ji bo wê tenê karê cotkarî û kedkariyê ji bo kurdan hatibû veqetandin. Di welatekî de ku mafê mirov tune be, mafê jin jî tune ye."
 
'Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin bû xwedî nasname' 
 
Zelalê di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku li ser gavên têkoşîna jinê li hember sîstema desthilatdariyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di sala 2005'an de weke tevgera jinên kurd Yekîtiya Star hat avakirin, esasê wê  jî li ser fikrekî demokratîk bû. Di salên 1980'ê de Rêber Apo derbasî Sûriyeyê bû, rêakisyoneke Gelê Kurd li hember sîstema BAAS'ê hebû.  Ji sala 1985'an û şûnde kurdên Rojavayê Kurdistanê  fikrê azad hembêz kirin. Vê yekê hişt ku tevlîbûna ji tevgera azadiyê re çê bibe û  vekirinek ji bo jinê da çêkirin ku di pêşengtiya qada civakê de bibe xwedî rol û mîsyon. Êdî jin li nirxên xwe yên azadiyê digeriya, lê weke sistemê bide çêkirin û birêxistinkirin heya sala 2005'an li pêş neket. Di sala 2003'an de, Partiya Yekîtiya Demokratîk hat avakirin. Di nav PYD'ê de weke baskê jinê, destpêka xwe rêxistinkirina jinê bû. Vê yekê hişt ku jin  di Rojavayê Kurdistanê de bibe xwedî nasname  û li ser jinên tevahî netewan bandor kir. Ev serkeftina jinê bû ku êdî xwedî li xwe derkeve, rûxmî ku rêjîma BAAS pir tundî bi kar dianî û di encamê de hin jin canê xwe jî ji bo vê dozê feda kirin." 
 
'Ger di nava sîstemekê de jin û mêr wekhev bin wê şoreş bi ser bikevin' 
 
Zelalê di domandina axaftinên xwe de balê dikşîne ser hêrêmên avakirina sîstema demokratîk di Rojavayê Kurdistanê de û wiha pê de çû: "Di sala 2011'an de, me pêwîstî dît ku tevgereke ku hemû partî, rêxistin û jinan  bîne gel hev ava bibe. Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) hat îlankirin da ku hemû beşên civakê bikaribe rola xwe bileyîzin.  Her kesî  cihê xwe di nava sîstemê de girt. Bi van hemû xebatan re, me hêza xwe ya leşkerî ava kir, rêxistina xwe ya siyasî xurt kir û Rêveberiya Xweser îlan kir. Tevgera Civaka Demokratîk herkes di nava xwe de hembêz kir. Di nava sîstema Tev-Dem'ê de me sîstema hevserokatî pêş xist. Berî şoreşê jî berhemekî me hebû û bi şoreşê re ew berhem derket pêş. Di şoreşên dunyayê de, her kesî dema ku şoreş kiriye ji bo axa xwe ji dijminan rizgar bike xebat kiriye û têkoşîn dane meşandin. Lê  di heremên me de, me sîstema xwe da avakirin û pê re jî me şerê xwe kir. Hem me axa xwe rizgar kir û civaka xwe birêxistin û sîstem kir. Rola jinê tê de pir girîng bû girîngiya ku ji jinê re hat dayin hîn zêdetir derket pêş. Zihnîyeta mêr ji nişkê ve  nayê guhertin jê re xebat pêwîst e. Ger  me piştî  ku şerê xwe qedandi ba  û paşê ev sîstem daba rûniştandin, pir zehmet bû. Ger di nava sîstemekê de jin û mêr wekhev bin wê şoreş jî bi ser bikevin." 
 
'Di sîstema me de jin û mêr li ser esasê wekheviyê hatin perwerdekirin'
 
Zelalê wiha dawî li axaftinên xwe anî:  "Di nava sîstema me de jin û mêr li ser esasê wekheviyê hatin perwerdekirin. Me xwest em dendika zihniyeta rêxistinkirina civakê ji kokê de perwerde bikin. Jin gihaşt wê astê ku  li mafê xwe xwedî derkeve. Ev sîstem gihaşt hundirê malbatan jî û bi avakirinê re herdû zayend di nava têkoşînê de bi hev re bûn. Sîstema me sîstema yekemîne di dunyayê de û nimûneya ji bo tevahî civakan e. Keda ku hatiye kirin divê neyê înkarkirin. Sîstema me li dijî zayendperestiyê ye, hîn bêtir ji me tê xwestin  ku em çalaktir bin, wekhevî esasê guhertina zihnîteya civakan e."          
 
Sibehê: Piştî Şoreşa Rojava avakirina kooperatîfên jinan.