'Îradeya gelê azadixwaz bi êrîş û kiryaran naşkê'

  • 09:11 23 Mijdar 2019
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê bi cih bûne di derbarê piştevaniya wan ji Berxwedana Rûmetê re axivîn û gotin: "Dewleta tirk çi bike jî nikare îradeya me teslîm bigire. Duh Efrîn îro jî Cizîr li hember dagirkeriyê berxwedana xwe didomîne."
 
Di 9’ê cotmehê 2019’an de dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê êrîşî Rojava kir. Di encamê de bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha gelê Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Tevî ewqas êrîşên dijwar gel li ber xwe da û heta roja îro jî têdikoşin. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrînin xwe parve kirin.
 
'Gelê Kurd bi serhildanên xwe tê nasîn'
 
Emel Mihemed berxwedana rûmetê silav kir û wiha axivî: "Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Em van êrîşana şermezar dikin û dibêjin dewleta tirk çi bike jî nikare îradeya me teslîm bigire. Îro bi van êrîşan têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd li hemû cîhanê hat nasîn. Gelê Kurd bi serhildanên xwe tê nasîn. Bi rojan e zarok û jinên me tên qetilkirin. Di destpêkê de li Efrînê dest pê kir îro jî berdewamiya wê li tevahî Rojava tê dîtin. Em jî berxwedana rûmetê silav dikin û em ê her dem li kêleka gelê xwe têbikoşin. Îro axa me tê parçekirin, lê têkoşîna me ew ê bidome."
 
'Heta serkeftinê em ê li ber xwe bidin'
 
Ayten Mihemed Hiso bal kişand ser kiryarên dewleta tirk û wiha domand: "Dewleta tirk êrîşî Efrînê kir û em koçber bûn, îro jî ew rewş li Serêkaniyê û Girê Spî tê jiyîn. Erdogan qatilê zarok û jinan e. Li kêleka qetlîaman xwezaya me jî hildiweşîne û demografiya xwezaya me diguherîne. Erdogan dixwaze bi qetilkirina jinan civakê bişkîne, lê em ê zêdetir bibin hêz û tola xwe rabikin. Em êrîşên dewleta tirk û bêdengiya neteweyên yekbûyî şermezar dikin. Em ê her berxwe bidin heta em bigihêjin serkeftinê."
 
'Îradeya gelê azadîxwaz bi êrîş û kiryaran naşkê' 
 
Butan Qasim jî berxwedana gel nirxand û wiha pê de çû: "Gelê Kurd serhildêr e û teslîmî dijminê xwe nabe. Teslimkariyê red dike û jiyana azad hildibijêre. Çiqas bedelên giran jî bidin dev ji doza xwe bernadin. Tu caran îradeya gelê azadîxwaz bi êrîş û kiryaran naşkê. Duh Efrîn îro jî Cizîr li hember dagirkeriyê berxwedana xwe didomîne."