‘Em ê li qadan agirê têkoşînê gur bikin’

  • 09:04 23 Mijdar 2019
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED -  Jinên ku di nava xebatên DÎSK û Egîtîm Senê de cih digirin bal kişandin ser polîtîkayên ku şîdetê diafirîne û gotin: “Em ê li qadan xwedî li mîrateya Xwîşkên Mîrabelan derkevin û agirê têkoşînê gur bikin.”
 
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li her qadên jiyanê jin çalakiyan li dar dixin û balê dikişinin ser şîdetê.  Jinên ku di nava Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Egîtîm Senê de cih digirin û dixebitin bal kişandin ser polîtîkayên ku şîdetê diafirînin. Hevseroka Şaxa 1’emîn a DÎSK’ê Hanîfe Kardaş diyar kir ku mêtîngeriya li ser keda jinê. Sekretera Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Zeynep Akad jî diyar kir ku êrîşeke polîtîk li ser keda jinê tê meşandin. 
 
‘Jin pêşêngên civakê ne’ 
 
Hanîfe di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser afrîneriya jinê û wiha axivî: “Ji bo em jinê nas bikin divê jiyana xwezayî baş bizanin. Bi zanîna jiyana xwezayî re dê civak ji bigihe encameke resen. Bê gûman ev rastî wê bibe aramiya civakê. Mixabin her ku diçe li dijî vê rastiyê polîtîkayên bişaftin û mîtîngeriyê tê bi rêve birin. Jina ku afrînera aboriyê ye, îro ji aboriyê tê dûrxistin û mehkûmê malê tên kirin. Ji dîtina xwarinê, xwedîkirina lawiran heta îcatkirina amûrên kar jin bû pêşeng. Divê hem civak û hem jî jin bikevin ferqa vê yekê ku azadî wê bi zanebûn û serhildanê re pêkane be.”
 
‘Em ê agirê têkoşînê gur bikin’ 
 
Hanîfe di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser roja 25’ê Mijdarê û got divê li her qadê her roj li dijî şîdetê têkoşîn bê dayîn. Hanîfeyê wiha dom kir: “Jin her tim ji aliye hişmendiya zilam ve qels hatin nîşandan.  Her tim keda jinê ji hêla deshilatdaran ve tên çewisandin. Li hember van kiryaran bê gûman serhildanên me yên mezin pêkhatin. Xwîşkên Mîrabel mînak û sembola vê ne. Jin, di zarokatiyê de bi zorî tên zewicandin, ji aliye heval û malbatê xwe ve tên bişaftin û bi şîdetê re rû bi rû dimînin. Em ê li qadan xwedî li mîrateya Xwîşkên Mîrabelan derkevin û agirê têkoşînê gur bikin.”
 
‘Îro roja serhildanê ye’ 
 
Hanîfe anî ziman ku di serhildanan de jinan pêşengî kirin û wiha got: “Jin, tu carî kuştin, şîdet û tecawizê qebûl nekirin. Jin her tim di serhildanan de pêşengiyê dikin û bûn lehengên civakê. Îro roja serhildanê ye û em ê bêjin em jin in û em hene. Ez bi têkoşerî hatim dine, ne ji bo dîtina şîdet, tacîz û bindestiyê hatim dinê. Em ê her tim li hemberê hişmendiya mêran têbikoşin.”
 
‘Şîdet her roj zêde dibe’
 
Zeynep jî di axaftina xwe de bal kişand ser roja têkoşînê wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ji bo balkişandina ser şîdeta li hemberî jinê çalakiyên me didomin. Tê zanîn ku şîdeta li hember jinê her roj zêde dibe. Divê em li hemberî vê yekê serhildana xwe mezin bikin. Di serê 10 mehan a sala 2019’an de bi qasî 390 jin ji aliye mêran ve hatin qetilkirin.  Her roj jî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Ne tenê bi fîzîkî, bi zayendî, aborî û civakî rastî şîdetê tên. Herî zêde jî şîdeta zayendî û aborî li hemberî jinê pêk tê.” 
 
‘Li dijî hemû qetlîaman rabin ser piyan’
 
Zeynep, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Keda me rastî mitîngeriyeke mezin tê. Em li dijî vê hişmendiyê derkevin. Em hene, em jin in, em di her qada jiyanê de hene. Peymana Stenbolê pêknayê ku ev dibe sedema zêdebûna van qetlîaman. Ji bo peyman bikeve meriyetê divê rayedar tişta ku ji deste wan were pêk bînin.  Têkoşîna me dê li dijî hişmendiya zayendperest dê berdewam bike. Hemû jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de divê her roj li dijî qetlîaman li qadana bin.”