Li Silêmanî pêşangeha wêneyên derbarê êrîşên li ser Rojava de hat lidarxistin

  • 15:57 22 Mijdar 2019
  • Rojane
Have Elma
 
SILÊMANÎ - Duh li Baxê Giştî ya li Silêmaniyê pêşengeha wêneyan a bi taybet derbarê bikaranîna çekê fosfor û êrîşên li ser li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Eniya Piştgiriya bi Rojava ve hat lidarxistin. Ev pêşangeh bi armanca nîşandana tundiya êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê Kurd ê Rojava hat lidarxistin. Di heman demê de ji bo boykotkirina kel û pelên dewleta tirk belavok hatin belavkirin. 
 
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk êrîşî Rojava kir û çekên kîmyewî bi kar anî. Di encama êrîşan de gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn. Duh li Baxê Giştî ya li Silêmaniyê pêşengeha wêneyan a bi taybet derbarê bikaranîna çekê fosfor û êrîşên li ser li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Eniya Piştgiriya bi Rojava ve hat lidarxistin. Ev pêşangeh bi armanca nîşandana tundiya êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê Kurd ê Rojava hat lidarxistin. Di heman demê de ji bo boykotkirina kel û pelên dewleta tirk belavok hatin belavkirin. 
 
'Em piştgiriya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk jî dikin'
 
Endama Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê Şeyma Ehmed di derbarê nîşandana vê pêşangehê de wiha got: “Armanca me ew e ku em gelê Başûrê Kurdistanê agahdar bikin. Niha ne tenê metirsî li ser Rojavayê Kurdistanê ye li ser Başûrê Kurdistanê jî heye. Divê gelê me yê Başûrê Kurdsitanê bi ruh û can parêzvaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Divê em her çar parçe bibin yek û li dijî dagirkeriyê bisekinin. Her wiha em piştgiriya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk jî dikin."
 
'Çekên kimyewî hat bikaranîn'
 
Şeymayê wiha bi dawî kir:"Dema mirov li wêneyan dinihêre dibîne ku çekên qedexe li dijî Rojavayê Kurdistanê hatiye bikaranînin. Li dijî van êrîşan divê em her di nava tevgerê de bin."