Li Edeneyê jinan ji jinên girtî re kart şandin

  • 15:01 22 Mijdar 2019
  • Rojane
EDENE - Meclisa Jinan a HDP'ê û Platforma Jinan a Edeneyê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweryî ya li dijî Tundiya li Ser jinê ji jinên girtî re kart şandin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Platforma Jinan a Edeneyê, i çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweryî ya li dijî Tundiya li Ser jinê ji jinên girtî re kart şandin. Beriya ku kart bên şadin li ber Postexaneya Edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Parlamentera Mêrdînê ya HDP'ê Pero Dundar û ya Edeneyê Tulay Hatîmogulllari tevli bûn. 
 
Li ser navê Platforma Jinan a Edeneyê Sevîl Araci axivî û got ku tundiya li ser jinê bi her awayî berdewam dike. Sevîl di berdewamiyê de wiha got: "Mafê nefeqeyê ku bi Peymana Stenbolê hatibû bidestxistin jî ji destê me hatiye girtin. Ji bo em van mafên xwe ji dest nedin wê têkoşîna me bidomîne."
 
Parlamentera DHP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîm Ogullari jî ev tişt got: "Ji bo jiyaneke wekhev û azad jin li girtîgehan têkoşînê didin. Ez silavên xwe ji Hevseroka Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û hemû jinên girtî re dişînim. Em ji vîr bang li hevalên xwe yên ki girtîgehê dikin û dibêjin ku em dest ji xeyalên xwe bernadin."
 
Piştî axaftinan ji jinên girtî re  ji PTT'ê kart hatin şandin.