Meclîsa Jinan a Sûriyeyê derbarê Lîna Ebdulwehab de daxuyanî da

  • 12:38 22 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Sûriyeyê hewldana kuştina endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşrojê Lîna Abdulwehab û tevahiya sûcên der heqê jinan de li gel êrişên Tirkiyeyê pêk tên şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember bûyerên der heqê jinên Sûriyeyê de pêk tên bîne cih.
 
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê têkildarî  hewldana qetilkirina endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Lîna Abdulwehab daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Duh komên terorîst hewl dan endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Lîna Ebdulwehab di mala wê de ya li Dêrazorê  qetil bikin. Di encamê de Lîna bi giranî birîndar bû.
 
Ev bûyer li gel berdewamkirina sûcên der heqê sivîlan de ji destpêka êrişên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê. Dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek binpêkirinên hovane der heqê sivîlan de pêk anîn ji bûyera kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û teqînên ku bûn sedama şehîdketina bi sedana qurbaniyên sivîl.
 
Em Meclîsa Jinan a Sûriyeyê bi nêzîkbûna Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê re em vê bûyerê û tevahiya sûcên li dijî jinan têne kirin şermezar dikin. Em bang li NY û civaka navneteweyî dikin sînorekî ji vê zêdegaviyê re deynin û berpirsyariyên xwe li hember bûyerên li Sûriyeyê yên der heqê jinan de ji hêla hêzên dagirkeriyê û komên terorîst pêk tîn, bînin cih."