Otobusên bi rengê jinê hatin xemilandin asteng kirin

  • 12:36 22 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê otobusa ku Şaredariya Êlihê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Diji Tundiya li Ser Jinê bi rengê jinê û dirûşmên jinê xemilandinbû ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 
 
Şaredariya Êlihê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê, 4 otobusên şaredariyê bi rengê jinê  yê Xemrî û dirûşmeyên "Li Dijî Tundiyê em Jiyanê Diparêzin", "Em jin bi hevre bi hêz in" û “Ji Tundiya li ser Jinê re Na" xemilandin. Piştî otobus xemilandin 5 rojan li nava bajar xizmet da civakê. Polîsên trafîkê duh otobusên şaredariyê rawestandin û bi hinceta ku “peyama siyasî" dde xwestin otobusan ji trafîkê bikişînin. Piştî niqaşên di navbera polîs û rayedarên şaredariyê de otobus kişandin garajê. 
 
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, diyar kir ku wan bi vê yekê xwest der barê tundiya li ser jinê de hişyariyê ava bikin û wiha got: "Me bi vê armancê otobus xemilandin. Otobusên me 5 rojan ketin nava trafîkê. Lê polisan xwestin rawestînin û asteng kirin. Bi hinceta "propaganda siyasî dikin" ji trafîkê kişandin. Li ser vê me 4 otobus kişandin garajê. Divê ji bo em li dijî tundiya jinê rawestin astengiyên zagonî li pêş me tune bin. 25'ê Mijdarê ne tenê rojek e. Bi dehan salin xebat tên meşandin. Em dê li dijî vê asteniyê îtîraz bikin."