Jinên Şengalê banga beşdarbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin

  • 12:14 22 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞENGAL- Bi boneya nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê YJCÊ daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyanî da. YJCÊ di daxuyaniyê de banga tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kir.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Pêwist e di serî de jinên ciwan li dijî feraseta baviksalarî serî hildin û li qadan bin. Jinên berxwedêr û têkoşer ji dîroka kevnar heta roja me ya îro her li berxwe dane û vê berxwedana xwe pêl bi pêl di rûpelên dîrokê de didin nivîsandin. Bi taybet jinên ciwan pêşengtiya vê berxwedanê dikin û  li hemberî hemû erîşên ku li ser nîrxe civakê têne kirin parastina xwe xurtir dikin, û ji bo guhertin û veguhertinê li ser piyan e. Jinên ciwan ên Êzidî jî xwedî li van nirxênn pîroz derdikevin. Lewma zihniyeta desthilatdar, zihniyeta baviksalarî jî ji vê hêza jinê ditirse û di serî de erîşî jinê dike. Bi taybet jinên ciwan, jinên Êzidî di sê milan de têne perçiqandin. 
 
Me di fermana li ser Êzidiyan de li ber çavan dît ku DAÎŞ'ê çawa jinên ciwan xiste hedefa xwe, çawa revand û çawa di pazaran de da firotin. Ev jî vê dide nîşandayîn ku tirsa wan a herî mezin jinên ciwan in. Ev erîş bi salan e berdewam dikin û tenê ev şîdeta heyî di mile fizîkî de ne, di her milî de berdewam dike.Van rojên ku em nêzî 25'ê Mijdarê dibin de jî ev li holê ye ku ev şîdet hîna jî xilas nêbûye. Bi taybet îro di Rojavayê Kurdistanê de erîşên ku hene, şîdeta ku tê meşandin dîsa di serî de jinên ciwan dikin hedef. 
 
Şehîd Hevrîn jî yek ji van jinan bû ku hate hedefkirin. Şerê ku tê meşandin di şexsê jinê de li ser xaka pîroz tê kirin. Heman şîdet di her malekê ku bi zihniyeta baviksalarî ve tê birêvebirin de berdewam dike. Beramberî  bav, bira , xal , mam û hwd.  de jin her marûzî van erîşen dimînin.  Bi taybet ev şîdeta heyî li ser  jinên ciwan bandorekê mezin dike, bi hêzaran jin îro bi vê sedemê ve girêdayî xwe dikujin, xwe întîhar dikin. Her çiqas 25'ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî tundiyê hatibê qebûlkirin jî ev şîdet bi rojekê re sînordar e. Her roj, her saet ev êrîş berdewam dikin. Di rûyê ragihandinê de e ku xuya dikin tenê hejmarek berbiçav e. Gelek caran hesabê tundiya li jinê tê kirin nayê pirsîn. Beramberî vê bêdengmayînekê pir mezin heye. Pêwîst e  di serî de jinên ciwan beramberî van erîşan serî hildin û ji bo guhertin û veguhertina jinên Êzidî li ser piya bin û tola van erîşan hilînin . 
 
Em jî weke Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) ku em nêzî 25'ê Mîjdarê dibin em bangê li hemû  jinan dikin ku beşdarî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin û dengê xwe bilind bikin."