Ji Mala Pirtûkxaneya Lîlavê heta 25’ê Mijdarê kampanyaya pirtûkên nivîskarên jin

  • 09:30 22 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Mala Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebeta 25’ê Mijdarê ji bo pirtûkên nivîskarên jin kampanyaya ji sedî 25 daxistina buhayan hat destpêkirin.
 
Mala Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê kampanya da destpêkirin. Bihayê pirtûkên nivîskarên jin û pirtûkên li ser jinan heta 25’ê Mijdarê ji sedî 25 hat daxistin. Berpirsa Mala Pirtûkxaneyana Lîlavê Rabîa Karayil, da zanîn ku armaca wan ne aborî ye û dixwazin bi taybet balê bikşînin ser şîdeta li ser jinê.
Rabîayê destnîşan kir ku ew şîdeta li ser jinê şermezar dike û got heta 25’ê Mijdarê wê bihayê hinek pirtûkan bixînin û got ev ne tenê ji bo jinan ji bo hemû kesî derbasdar e. Rabîayê wiha got: “Em piranî pirtûkên jinan ji sedî 25 difroşin. Sedema vê jî ev e ku em balê bikşînin ser şîdeta li ser jinan. Ev şîdet pirsgirêka civakî ye. Em dixwazin di çarçoveya vê kampanyayê de her kes van pirtûkan bixwînin û divê bê zanîn ku şîdet ne alava çareseriyê ye.”
 
‘Em piştgiriya xwendevanan dipên’
 
Rabîayê bi lêv kir ku ew di alî aborî de li kampanyayê nanêrin û got: “Em wek berpirsyariyek civakî lê dinêrin. Em wisa derketin rê û me wisa biryara kampanyayê da. Em rolek civakî digirin ser xwe. Em piştgiriya xwendevanên xwe jî di vî alî de dipên. Şîdet ne tenê fîzîkî ye. Di her alî de şîdet heye. Dema tedbîrek neyê girtin bê guman şîdet û kuştin jî zêde dibin. Em ji şîdetê re dibêjin na.”