Oya Baydar: HDP vekişiyaba wê derfetê siyaseta demokratîk nemaba

  • 09:28 22 Mijdar 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Rojnameger û Nivîskar Oya Baydar, deklerasyona HDP’ê nirxand û wiha got: “Newindakirina mafên hatine bidestxistin û ji mewziyan venekişandin ez gelek kêfxweş kirim. Ji ber ger ku HDP vekişiyaba wê derfetên wan yên siyaseta demokratîk û nasnameya partiyê nemabûna.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20’ê Mijdarê de li Otela Hîlton a Enqereyê bi pêkhateyên xwe re civîn pêk anîn û helwesta xwe ya der barê dema nû de bi deklerasyonekê aşkera kir. Gelek nivîskar û rewşenbîr tevlî civînê bûn û HDP’ê banga hilbijartina zû li desthilatdariyê kir û biryara ‘parastina destkeftiyan’ girtin û dawî li nîqaşên sîne-î netew anî.
 
Nivîskar û Rojnameger Oya Baydar ku yek ji kesên tevlî civînê bûbû, deklerasyon û helwesta muxalefetê nirxand.
 
‘Ger HDP vekişiyaba wê derfetê siyaseta demokratîk nemaba’
 
Oyayayê bi lêv kir ku wê deklerasyon gelek erênî pêşwazî kiriye û got: “Di civînê de min biryar texmîn dikir lê min nedizanî. Newindakirina mafên hatine bidestxistin û ji mewziyan venekişandin ez gelek kêfxweş kirim. Ji ber ger ku HDP vekişiyaba wê derfetên wan ên siyaseta demokratîk û nasnameya partiyê nemabûna. Her wiha helwesta ku HDP’ê di 31’ê Adarê de nîşan daye, carek din dubare kiriye.”
 
Oyayê destnîşan kir ku wê banga HDP’ê ya ji bo hilbijartina zû jî nefikiriye û der barê vê de jî tiştekî zelal gotin, zû ye û wiha got: “Ev pêngavek e. Divê wisa be. Êrîşên desthilatdariyê yên li hember HDP’ê wê bidomin. Wê hîn jî bidome. Dixwestin ku HDP vekişe. Lê ev pêk nehat. Wê niha hîn bêtir çavsor bin. Ez dixwazim bêjim ku divê navê rejîmê êdî bê danîn. Êdî li cîhanê tiştekî bi navê neofaşîzm heye. Bi rastî ez pêlên faşîst dipêm.”
 
Oyayê helwesta CHP’ê jî nirxand û got wê sibehê yan jî du sibehê heman tişt bên serê wan jî. Her wiha Oyayê bi lêv kir ku her ku desthilatdarî dawiya xwe dibîne, çavsor dibe.