Xaliya Temo: Hişmendiya dagirker êrîşî deverên pîroz dike

  • 09:07 22 Mijdar 2019
  • Rojane
Lîlav Hesen
 
QAMIŞLO - Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê dewam dike. Derbarê mijarê de jina bi navê Xaliya Temo anî ziman ku ew her dem li dijî êrîşên dagirkeriyê sekinîne û wiha got:"Erdogan bi bikaranîna çekên qedexe senaryoya Helebçeyê dubare kir. Li dijî hemû cureyên êrîşan em li berxwe didin."  
 
Têkildarî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê jina bi navê Xaliya Temo ya li Qamişloyê nêrînên xwe anî ziman. Xaliyayê bi lêv kir ku êrîşên ku dewam dike ji bo dagirkirina hemû xaka Rojava ye û wiha got:"Bi çekên giran û qedexekirî dewleta tirk êrîşî me dike û binpêkirina mafên mirovan pêk tîne. Li dijî vê yekê ne em tenê divê hemû cîhan dengê xwe bilind bike."
 
'Wicdanê mirovatiyê binax kirin'
 
Xaliya Temo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berdewamkirina Komploya 9'ê Cotmehê û wiha got: "Bi armanca berdewamkirina komployê re dewleta tirk a dagirker gelê sivîl  hedef girt. Çekên giran û qedexekirî ser gel bi kar anîn. Çawa çekên kîmyewî li Helepçeyê hatin bikaranîn, Erdogan jî heman tişt li Serêkaniyê kir. Bi vî rengî wicdanê mirovatiyê binax kirin."
 
'Hişmendiya dagirker êrîşî deverên pîroz dike'
 
Xaliya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên ku xwe bi awayekî demokrat binav dikin û wiha pê de çû: "Di van êrîşan de car din hevgirtina dewletan li dijî kurdan derkete pêş. Îro em dibînin ku bi bêdengiya xwe dewlet hevkariya van êrîşan dikin. Dagirkeriya Erdogan tu ferq û cudahiyê naxe di navbera Şervanên QSD'ê, Rojnemevan, bijîşk û gelên sivîl de. Erdogan û hevkarên wî çawa gelê sivîl qetil dike êrîşî ciyên pîroz û baweriyên gelan jî dikin. Hişmendiya dagirker êrîşî deverên pîroz dike."
 
'Jin hedef tên girtin'
 
Xaliya wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Îro jin bûye hêzek mezin û li hemberî çeteyên weke DAÎŞ'ê û dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê bi vîn û cesaret şer dike. Lewra Erdogan bi hişmendiya xwe ya hovane jinan hedef digire. Çi dibe bila bibe em li kêleka şervanên xwe ne. Bila dagirker kêfxweş nebin ku wê di xaka welatê me de bi cî bibin."