'Em ê li ser şopa Hevrîn, Amara û Dayê Eqîde bimeşin'

  • 09:03 22 Mijdar 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfiya Murad ji bo roja 25'ê mijdarê Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê axivî û got: "Tundiya ser jinê  tê meşandin em ê bişkînin û şopdarê şervan û siyasetmedarê xwe bin."
 
Di 25’ê mijdara 1960’î de li Komara Domînîk sê jinên xwişkên hev Patria, Minerva û Maria Teresa ku li dijî dîktatoriya Trujîlo têdikoşiyan hatin tecawizkirin û qetilkirin. Patria Teresa di hezîrana sala 1960'an  de li dijî dîktatoriya Trujîlo, tevgera mezintirîn Clandestîn ava kir. Her du xwişkên wê jî beşdarî nav vê tevgerê bûn. Bandora vê tevgerê ewqasî mezin bû ku di heman salê de dîktator mecbûr ma ku bêje ev xwişkên Mîrabel ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt di roja 25’ê Mijdara 1960'an de her sê xwişk hatin tecawizkirin û qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî qetilkirina wan jî berdewam kir. Ev tevger bû wekî serhildanekê û li her derê belav bû. Piştî qetilkirina wan Neteweyên Yekbûyî 17’ê Kanûna 1981’an, 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinê  îlan kir. Girêdayî mijarê ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê Wesfiya Murad tundiya ser jinê şermezar kir û got: "Ji hemû aliyan tundî li ser jinê hat kirin. Jin naxwazin tundiyê bibînin û dixwazin mafên xwe yên jiyanî bi dest bixin."
 
'Jin tenê weke makîneyekê didîtin'
 
Wesfiya diyar kir ku roja 25'ê Mijdaerê roja xwedî derketina li mafê  jinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em weke jin divê bi giştî em xwe bi rêxistin bikin, da ku tundiya bi hezar salan li ser jinê hatiye meşandin em bikaribin bi dawî bikin. Ji hemû aliyî ve tundî li ser jinê hatiye meşandin. Ji aliyê civak, malbat û hevjîn ve  jin weke makîneyekê hatiye dîtin. Jin li hember van nêzikatiyan bêdeng nema mafê xwe xwest."
 
'Em ê li dijî tundiyê her dem li ser piya bin'
 
Wesfiya da zanîn ku bi fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kesayeta xwe nas kir û wiha pê de çû: "Dema min fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kir, min jî weke kesayetekê xwe nas kir. Niha jî em tundiya beriya 5 hezar sal ser jinê hatiye meşandin ji aliyê dewleta dagirker tirkiyê ve dijîn. Em ê li dijî tundiyê her dem li ser piya bin."
 
'Tirkiye siyasetmendarê me bi hovîtî qetil dike'
 
Wesfiya bal kişand ser tundiya dewleta tirk a ku di derheqê şervan û siyastmendaran de û wiha dewam kir: "Dagirkeriya tirk gelek şervanê me bi hovîtî qetil kir. Her wiha siyasetmendara kurd ya ku ji bo wekheviya gelan kar dikir Hevrîn bi tundî hat qetilkirin."
 
'Em ê ser şopa Hervîn, Amara û Yadê Eqîde bimeşin'
 
Wesfiya di dawiya axaftina xwe de tundiya li ser jinê şermezar kir û got: "Em ê heta dawiyê têbikoşin, tundiya li ser jinê tê meşandin em ê bişkînin û li ser şopa Hevrîn, Amara û Yadê Eqîdeyê bimeşin."