ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 22 Mijdar 2019
  • Rojev
 
 
*Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfiya Murad ji bo roja 25'ê mijdarê Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê axivî û got: "Tundiya ser jinê  tê meşandin em ê bişkînin û şopdarê şervan û siyasetmedarê xwe bin." DÎMEN HEYE
 
*Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê dewam dike. Derbarê mijarê de jina bi navê Xaliya Temo anî ziman ku ew her dem li dijî êrîşên dagirkeriyê sekinîne û wiha got:"Erdogan bi bikaranîna çekên qedexe senaryoya Helebçeyê dubare kir. Li dijî hemû cureyên êrîşan em li berxwe didin." DÎMEN HEYE
 
*Endama SES’ê û tenduristvan Rozerîn Çatak bi minasebeta 25'ê Mijdarê banga yekîtiya jinê kir û got: "Divê di her qadên xebatê de perwerdeya wekheviya zayendî were dayîn. Ji ber ku azadiya civakê, bi azadiya jinê re pêkan e.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên li Gundê Jinwarê ku bi keda jinan hatiye avakirin, dijîn wiha dibêjin: "Li Jinwarê jiyanek hevpar û xwezayî heye. Di heman demê de Jinwar bersiva herî mezin a li dijî hemû rengên tundiyê ye."DÎMEN HEYE 
 
*Endama Heyva Sor a Kurd Henûf Şahir Birahîm kêliyên xilaskirina birîndarên Serêkaniyê û hestên xwe vegot. Henûfê teqez kir ku ew ê li hember hemû rengên êrîşan têkoşîna wan bidome û wiha got:"Ev êrîşên ku li ser gelê kurd pêk tê tenduristî û destkeftiyên gelê krd hedef digire. Ev êrîş hovane ne. Tenê çareserî ew e ku li dijî van êrîşan em bibin yek û em li berxwe bidin."DÎMEN HEYE 
 
* Ji ber êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên ser gundê Bab El-Xêr sivîl neçarî koçberiyê bûn. Nûra El-Elî ya ji gund hat koçberkirin got: "Ez nan ji bo lawiran hişk dikim û li hêviya vegerê me."DÎMEN HEYE 
 
*Jinên ku ji ber sedemên şer, aborî û şîdetê neçar man axa xwe terk bikin niha jî li Edeneyê karkeriya demsalî dikin. Karkerên demsalî gotin: "Li welatê ku em bi cudakariyê re tên dîtin, wek kole xebitandin gelo ne şîdet e? DÎMEN HEYE
 
*Cureyên tundiyê yên ku li ser jinên kurd tên ferzkirin gelek in. Yek ji tundiya ku tê kirin jê ew e ku mafê azadiya jina kurd her ji destên wê hatiye girtin. Bi vê yekê girîdayî berhemên ku bi hestên xwe yên nazik û azad afirandine, hatine desteserkirin û qedexekirin. Hinek berhemên hatine qedexekirin, pirtûkên nivîskarên jin ên di zindanan de ne. Jinên nivîskar ên bi navê Mizgîn Ronak û Rojbîn Perîşan ên ku pirtûkên wan hatine qedexekirin jî para xwe ji tundiya bi salan a li dijî jinên kurd girtine. Tevî vê tundiyê perspektîfa bingehîn a yekem a Mîzgîn û Rojbîn, têkoşîna li dijî binaxkirina mafên rewa yên jiyanê ye.
 
* Nazîme û Gulistan ku di temenê biçûk de hatin zewicandinû rastî şîdeta sîstemtematîk hatin, dest ji hevjînên xwe berdan û deriyek nû li jiyana xwe vekirin. Her du jinan piştre ji xwe re kargeh vekirin û diyar kirin ku yekan rê piştevaniya jinê ye.
 
*Rojnameger û Nivîskar Oya Baydar, deklerasyona HDP’ê nirxand û wiha got: “Newindakirina mafên hatine bidestxistin û ji mewziyan venekişandin ez gelek kêfxweş kirim. Ji ber ger ku HDP vekişiyaba wê derfetên wan yên siyaseta demokratîk û nasnameya partiyê nemabûna.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinên Ciwana Mêrdînê ya HDP’ê Sultan Irmak da zanîn ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de di 24’ê Mijdarê de li qadan bin û banga tevlîbûnê li jinên ciwan ên Mêrdînê kir.DÎMEN HEYE
 
*Mala Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebeta 25’ê Mijdarê ji bo pirtûkên nivîskarên jin kampanyaya ji sedî 25 daxistina buhayan hat destpêkirin.DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê Pinar Turk, ji bo mîtînga ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê banga tevlîbûnê kir û da zanîn ku ew hemû jinan saet di 19.00’an de dipên Tunelê. DÎMEN HEYE