Tu projeyek taybet a ji bo jinan û mijarên jinan pêşkêşî parlamentoyê nehatiye kirin

  • 08:38 22 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Ji 19 projeyên dema pêncem a parlamentoya Herêma Kurdistanê, tu projeyek taybet a ji bo jinan û mijarên jinan pêşkêşî parlamentoyê nehatiye kirin û tu zagon an jî biryarek di vê çarçoveyê de nehatiye derxistin.
 
Dema Pêncem a Parlmentoyê Herêma Kurdistanê ji 6’ê Mijdara 2018’an ve dest pê kiriye. Di nava salekê de tu proje yasayek taybet bi mijarên jinan ji bo parlementoyê nehatiye şandin. Her wiha di vê çarçoveyê de jî tu biryarek nehatiye dayin.
 
Tevî ku Seroka Parlamentoyê jin e û ji 111 parlementeran 36 parlementer jin in, lê di nava salekê de tenê komîsyona jinan serbixwe bûye. Ev komîsyon jî di dema ji berê de li gel komîsyonên mafê mirov û karûbarên civakî têkel bû.
 
Ev yek jî di demekê de ye ku li Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştin û xwekuştinên jinan her ku diçe zêdetir dibin. Her wiha ji hev cûdabûna hevseran zêde dibe, avêtina pitikan a li ser kolanan û rêyan bûye bûyerek ji rêzê.