Li Qeladizê yekemîn çalakiya 25'ê Mijdarê pêk hat

  • 17:02 21 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Qeladizê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê li Dibistana Amadeyî ya Keçan semînerek hat dayîn. 
 
Li Dibistana Amadeyî ya Keçan a Qeladizê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê semînek ji bo xwendekarên pola 10'an hat lidarxistin. Ev yekemîn çalakiya pêngava 16 rojî ya li dijî şîdetê hatiye destpê kirin.
 
Semîner ji aliyê Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Sêwe Emîn ve hate dayîn. Di semînerê de bal kişand li ser dîroka 25'ê Mijdarê. Sêwe bal kişand ser pêşengiya jinan a ji bo yekîtiya neteweyî û azadî kir û jinên Rojavayê Kurdistanê weke mînak nîşan da û got: "Xwişk û dayikên me li Rojavayê Kurdistanê pêşengên şoreş û berxwedanê bûn. Mînak, Şehîd Hevrî Xelef, dayê Eqîde û Amara Kobanî yek ji wan pêşengin ku li dijî dagirkerî û sîstema mêrsalarî têkoşiyan û şehîd bûn. Lewma em ê heta dawiyê riya wan bişopînin."
 
Şêwe destnîşan kir ku roj bi roj li Herêma Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan zêde dibe û wiha domand: "Ew erka ku dikeve li ser milê me ya ji bo hişyarkirina jinan û civakê em ê pêk bînin. Divê ji bo wekhevî û jiyan bi hev re her kes xwe berpirs bibîne. Heta ku êdî jin nebin qurbanê bêhiqûqî û sîstema mêrsalariyê."