Kongreya Star ji bo Zehra Mohammadî daxuyanî da

  • 15:15 21 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê li dijî biryara rêjîma Îranê ya darvekirina Mamosteya Kurdî Zehra Mohammadî daxuyanî da.
 
Rêjîma Îranê di 23’yê Gulana 2019’an de mamoste û wêjevana zimanê kurdî Zehra Mohammadi (29) ku ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ye bi du hevalên wê Ribvar Manbari û Edris Manbari re bi hinceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ û ‘Tevgera li dijî ewlehiya neteweyî’  bi cezayê darvekirinê hat darizandin. Aktîvîsta kurd Zehra li ser zaraveyên kurdî lêkolîn dike û waneyan dide zarokan. Zehra 72 rojan di odeya yek kesî de tê girtin, paşê li dadgeha Mola Şoreşgerî bê ku parêzerê wê hebe cezayê sêdarekirinê lê dibirin. Malbat û parêzerên Zehrayê 700 Hezar lîreyên Îranê ji bo berdana wê didin, lê ew hîna jî di girtîgehê de ye. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di 13’ê Mijdarê de ji bo Zehra Mohammadî banga çalakiya lezgîn kiriye. 
 
Hêjayî bi bîrxistinê ku Îranê di 14'ê Mijdarê de jina kurd ya bi navê Şerare Elyasî ku bi hinceta kuştina kesekî  li Girtîgeha Navendî a Sinê dima, hate darvekirin. Şerarê piştî ku komek bi ser mala wan de girtibû û xwestibûn ji malbata wê kesekî bikujin, xwe parastibû. Rêjîma Îranê di van 7 salên dawî de 85 jin ku 76 kurdin ji ber ku li dijî êrîşên mêran û li dijî tecawizê derketine bi darvekirin.
li dijî vê biryarê, Rêxistina Kongra Star ya herêma Firatê, li navedna xwe daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
 
Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Kewser Hisên ve hat dayîn.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di serdema me ya îro de ku cîhan tevahî behsa demokrasî, wekhevî û mafên mirovan dike, em weke gelê Rojhilata Navîn, bi taybetî jî gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê, bi hemû cureyên qirkirinê re rû bi rû dimînin. Bajarên me têne dagirkirin, çanda me tê pişaftin, zimanê me tê qedexekirin, zarokên me têne qetilkirin, gelê me neçarî koçberiyê tê hiştin û li welatê em ji ber axaftina bi zimanê dayikê mirov têne sêdarekirin.
 
Rejîma Îranê weke her car hovîtiya xwe li ser gel, jin û zimanê me dike. Dubare biryara darvekirina jinên Kurd dide. Jina bi navê Zehra îro li Îranê bi biryara darvekirinê re rû bi rû dimîne. Weke Şêrînan û  Ferzadan bi sedan mirovên me di sêdara Îranê de hatin darvekirin. 
 
Li hember desthilatdariya Îranê ku li ser gelê me dide meşandin, di rojên ku tê de li cîhanê tevahî tundiya li ser jin tê şermezarkirin. Em weke Tevgera Jinê ys Kongreya Star bêdengiya Dewletên Navnetewî û saziyên Mafên Mirovan ji van kiryarên Îran û tirkiyê re şermezar dikin. Her wiha em bang li gelê cîhanê, Saziyên Mafên Mirovan û jinan tevahî dikin ku li dijî qetilkirina Hevrîn û Zehreyan û tundiya li ser jinan û gelan bê deng nemînin. Em di wê hêviyê de ne ku wê rê li ber hovîtî û desthilatdariyê bê girtin. "
 
Daxuyanî bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re", "Na ji tundiya li ser jinê re" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.