Li Beyoglu jinek hat qetilkirin

  • 09:25 3 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Li Beyogluyê Turbadrakh Masblai,  Sarantuya Tsendsuren bi alava tûj qetil kir. 
 
Li Kuçeya Fetihtepeya Beyoglu ya Stenbolê do bi şev ji ber sedemek hîn diyar nebûye di navbera Turbadrakh Masblai (42) û Sarantuya Tsendsuren (34) de nîqaş derket. Welatiyên li avahiyê rûdiniştin li ser bihîstina deng agahî dan polîsan. Li ser îxbarê ekîbên polîsan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
 
Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku  Sarantuya Tsendsuren jiyana xwe ji dest daye.  Ekîbên tenduristiyê, Turbadrakh Masblai ku ew jî birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani.