DEM Partî çû serdana welatî û esnafên Esenyurtê

  • 20:19 1 Mijdar 2024
  • Rojane
STENBOL- Parlamenterên DEM Partiyê, li dijî qeyûman ji bo piştevaniyê çû serdana welatî û esnafan, soza têkoşînê dan.
 
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hatibû girtin û qeyûm tayînê şûna wî hatibû kirin. Parlamenterên DEM Partiyê li dijî qeyûm ji bo piştevaniyê çû serdana esnaf û welatiyan. Celal Firat, Çîçek Otlu, Sebahat Erdogan Saritaş û Yilmaz Hûn çûn serdanê. Welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan.
 
Parlamenteran di serdanê de siyar kirin ku qeyûm xespkirina îradeya gele û gotin girtina Ahmet Ozer dijhiqûqiye. Her wiha parlametneran gotin wek DEM Partî wê li dijî vê têbikoşin.