Li Strasburgê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin

  • 20:51 1 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasburgê a çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin û peyama, “Rêbertiya me vîna me ye. Heta ku em azadiya vîna xwe pêk bînin wê têkoşîna me bidome” hat dayîn.
 
Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi çalakî û xwepêşandanan didome. Li bajarê Strasburg ê Fransayê di nava rojê de çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEV-ÇAND’ê hat lidarxistin de hemû tramvayên Strasburgê hatin ziyaretkirin û xebata girseyî hat meşandin.
 
Di çalakiyê de broşurên li ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin li tramvayan hatin belavkirin.
 
Çalakiya ku rastî eleqeyek mezin hat, heta Stasyona Navendî ya Strasburgê dewam kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 
 
Bêîteatiya sivîl bi çalakiya li stasyona trenê hat lidarxistin bi dawî bû.