Ji Piştevaniya Mor çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’

  • 19:35 1 Mijdar 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Piştevaniya Mor li Îzmîrê li dijî 9’emîn Pakêta Darazê ku mafê wekheviya paşnavê jinan hedef digire daketin kolanan.
 
Endamên Piştevaniya Mor yên Îzmîrê li Îşkeleya Karşiyayakê hatin gel hev û 9’emîn Pakêta Darazê ku mafê wekheviya paşnavê jinan hedef digire protesto kirin. Jinan dovîzên ku dişibin qertên nasnameyê pakêta darazê protesto kirin û dirûşmeyên ‘em bêdeng namînin, serî natewînin’, ‘dest nedin mafê wekheviya paşnav’ berz kirin. Li ser navê jinan Denîz Uslu daxuyanî xwend.
 
Denîzê bang li hemû jinan kir ku li dijî 9’emîn pakêta darazê dengê xwe bilind bikin û got: “Desthilatdariya ku pêşî li qetilkirina jinan nagire, tedbîrannagire, êrîşê mafên jinan yên hatine bidestxistin dike.Em ji êrîşên desthilatdariya mêr bêzar bûne.”
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bidawî bû.