Doza Narîn Guran:Rapora der barê qeydên HTS’ê di dosyayê de ye

  • 19:37 1 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - Di dosya der barê qetilkirina Narîn Guran de ku wê 4 gumanbar jê bên darizandin de, li gorî qeydên HTS’ê yên roja ku gumanbaran Narîn qetil kir de, navnîşanên hatine tespîtkirin cih girtin.
 
Li taxa Çulî ya Amedê zaroka 8 salî Narîn Guran 21’ê tebaxê de winda bû û di 8’ê îlonê de cenazeya wê di Çemê Egertutmaz de hat dîtin. Di lêpirsîna der barê qetilkirina Narînê de rapora kesê dizane ya HTS’ê ket dosyayê.
 
Di dosya dozê de ku wê çar gumanbarên girtî ji sûcê ‘di reşa îştîrak de li hember zarokê ji qestî kuştin’ bi daxwaza cezayê muebetê bê darizandin de, rapora ku di encama xebatên ji aliyên sê kesên dizane ve hatiye amadekirin jî di ddosyayê de cih girt.
 
Di raporê de cih dan krokiyên ku der barê cihên ku gumanbaran di 21’ê tebaxê de ji 14.28’an şûnde li taxa Çulî lê mane.