Li Beyoglu jinek hat qetilkirin 2019-06-03 09:25:52   STENBOL - Li Beyogluyê Turbadrakh Masblai,  Sarantuya Tsendsuren bi alava tûj qetil kir.    Li Kuçeya Fetihtepeya Beyoglu ya Stenbolê do bi şev ji ber sedemek hîn diyar nebûye di navbera Turbadrakh Masblai (42) û Sarantuya Tsendsuren (34) de nîqaş derket. Welatiyên li avahiyê rûdiniştin li ser bihîstina deng agahî dan polîsan. Li ser îxbarê ekîbên polîsan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.   Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku  Sarantuya Tsendsuren jiyana xwe ji dest daye.  Ekîbên tenduristiyê, Turbadrakh Masblai ku ew jî birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani.