Li Dersim di mirina çelekekê de nexweşiya şerbê hat tespîtkirin
- 15:14 2 Hezîran 2019
- Rojane
DERSIM - Li Dêrsimê di mirina çelekekê de nexweşiya şerbê hat tespîtkirin.
Li Bajaroka Perî ya navçeya Mêzgêr a Dersimê nexweşiya şerbê hat tespîtkirin. Li dijî nexweşiya ku bi çêlekek mirî re hat tespîtkirin, Şaredariya Periyê ji bo bergirî girtin û derzîkirinê bang kir. Çêleka ku ji ber şerbê mir, bi armanca ku nexweşiya wê berbelav nebe di bin kontrola beytar de hat binaxkirin.