Li Dersim di mirina çelekekê de nexweşiya şerbê hat tespîtkirin 2019-06-02 15:14:02   DERSIM -  Li Dêrsimê di mirina çelekekê de nexweşiya şerbê hat tespîtkirin.   Li Bajaroka Perî ya navçeya Mêzgêr a Dersimê nexweşiya şerbê hat tespîtkirin. Li dijî nexweşiya ku bi çêlekek mirî re hat tespîtkirin, Şaredariya Periyê ji bo bergirî girtin û derzîkirinê bang kir. Çêleka ku ji ber şerbê mir, bi armanca ku nexweşiya wê berbelav nebe di bin kontrola beytar de hat binaxkirin.