Çalakgerên grevê piştî tedawiyê tabûrcî bûn
- 15:41 30 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Piştî ku çalakiya grevên birçîbûnê hatin bi dawî kirin çalakgerên li Amed û derveyî Amedê li mala xwe çalakî berdewam dikirin ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a Amedê. Ji wan çalakgeran Xelef Yîgît, Mahsûn Şen, Sedat Akin û Gûrbet Ektîren piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawî kirin. Çalakgerên ku li malê çalakiya xwe pêk dianîn piştî bi dawî kirina grevê li nexweşxaneya taybet a Amedê hatin tedawîkirin. Xelef Yîgît ê ku 142 roj, Mahsûn Şen ê ku 142 roj, Sedat Akin ê 140 roj û Gûrbet Ektîren a 132 roj di grevê de bûn, piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.