Çalakgerên grevê piştî tedawiyê tabûrcî bûn 2019-05-30 15:41:33   AMED - Piştî ku çalakiya grevên birçîbûnê hatin bi dawî kirin çalakgerên li Amed û derveyî Amedê li mala xwe çalakî berdewam dikirin ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a Amedê. Ji wan çalakgeran Xelef Yîgît, Mahsûn Şen, Sedat Akin û Gûrbet Ektîren piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.   Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawî kirin. Çalakgerên ku li malê çalakiya xwe pêk dianîn piştî bi dawî kirina grevê li nexweşxaneya taybet a Amedê hatin tedawîkirin. Xelef Yîgît ê ku 142 roj, Mahsûn Şen ê ku 142 roj, Sedat Akin ê 140 roj û Gûrbet Ektîren a 132 roj di grevê de bûn, piştî tedawiyê  ji nexweşxaneyê hatin derxistin.