Bi ser mala ku rojnameger Derya Ren lê dima hat girtin

  • 22:01 1 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana me Derya Ren ji bo şopandina nûçeyan çû Semsurê. Cendermeyan bi ser mala ku Derya û nûçegîhanê Ajansa Pîrha Kamber Yildiz lê diman de girtin.
 
Nûçegîhana me Derya Ren ku li herêma erhejê bû û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan Pîrha Kahmber Yildiz jî ligel wê bû, cendermeyan xist bin GBT’ê. Derya û Kamber ku li Meletiyê nûçe dişopandin, jwir derketin û çûn Semsûrê. Cendermeyan bi ser mala ku lê diman de girtin.
Mala ku Derya û Kamber lê diman bi çend deqeyan navberê du caran ji aliyê ekîbên cuda yên cerdermeyan ve serdehat girtin. Xestin GBT’ê bikin û pirsên çûne ku derê çi nûçe çêkirine pirsîn.
 
Her wiha hat hînbûn ku cendermeyan ji rojnamegeran  ji bo serdegirtinê gotina ‘bila navbera me de be’.