Girtiyen li Oltûyê ji nexweşxanê derxistin

  • 13:29 30 Gulan 2019
  • Rojane
ERZIROM - 20 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê dawî li greva birçîbûnê anîn û sewqê nexweşxanê hatibûn kirin, ji nexweşxanê derxistin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Oltû, 20 girtiyên dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anîn û sewqê nexweşxanê hatibûn kirin, ji nexweşxanê derxistin. 20 girtiyên sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Oltû hatibûn kirin, piştî li nexweşxanê hatin dermankirin, ji nexweşxanê hatin derxistin û dîsan şandin girtîgehê. Hat diyar kirin ku rojane kontrolên girtiyan tên kirin.