Girtiyen li Oltûyê ji nexweşxanê derxistin 2019-05-30 13:29:08   ERZIROM - 20 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê dawî li greva birçîbûnê anîn û sewqê nexweşxanê hatibûn kirin, ji nexweşxanê derxistin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Oltû, 20 girtiyên dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anîn û sewqê nexweşxanê hatibûn kirin, ji nexweşxanê derxistin. 20 girtiyên sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Oltû hatibûn kirin, piştî li nexweşxanê hatin dermankirin, ji nexweşxanê hatin derxistin û dîsan şandin girtîgehê. Hat diyar kirin ku rojane kontrolên girtiyan tên kirin.