Jinên Elman bi pêşangeheke wêneyan piştgirî dan jinên Rojavayî

  • 16:35 27 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elmanyayê bi tevlî bûna jinên Elman pêşangeha wêneyan hat vekirin û hemû dahatên ji pêşangehê bê wê ji bo jin û zarokên Rojavayê re bê şandin.
 
Duh piştî nîvro li bajarê Oldenbûrg a Elmanyayê ji aliyê jina çalakvan a Elman Roza Maîke û endamên Wexfa Jinên Azad a Rojava, pêşangeheke ya wêneyan hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên rewşa jin û zarokên Rajava hate nîşandan. Jinên Elman eleqeyek zêde nîşanî pêşangehê dan.
 
Birgit yek ji jinên çalakvan a Elman û di demeke nêzîk de çûbû Rojavayê Kurdistanê axivî. Birgit bal kişand ser rewşa jinên li Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Jinên Rojava têkoşîneke mezin didin. Ew xwe bi xwe xwe rêve dibin. Di hemû sazî û rêveberiyan de cihê xwe digirin. Ji bo vê tiştekî nû ye û divê em desteka xwe ji bo wan kêm nekin.”
 
Hemû dahata ku ji pêşangehê bê wê ji bo jin û zarokên Rojava re bên şandin. Di pêşangehê de jinên Elman stran gotin û çalakî bi coş bi dawî bû.