Jinên Elman bi pêşangeheke wêneyan piştgirî dan jinên Rojavayî 2019-05-27 16:35:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elmanyayê bi tevlî bûna jinên Elman pêşangeha wêneyan hat vekirin û hemû dahatên ji pêşangehê bê wê ji bo jin û zarokên Rojavayê re bê şandin.   Duh piştî nîvro li bajarê Oldenbûrg a Elmanyayê ji aliyê jina çalakvan a Elman Roza Maîke û endamên Wexfa Jinên Azad a Rojava, pêşangeheke ya wêneyan hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên rewşa jin û zarokên Rajava hate nîşandan. Jinên Elman eleqeyek zêde nîşanî pêşangehê dan.   Birgit yek ji jinên çalakvan a Elman û di demeke nêzîk de çûbû Rojavayê Kurdistanê axivî. Birgit bal kişand ser rewşa jinên li Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Jinên Rojava têkoşîneke mezin didin. Ew xwe bi xwe xwe rêve dibin. Di hemû sazî û rêveberiyan de cihê xwe digirin. Ji bo vê tiştekî nû ye û divê em desteka xwe ji bo wan kêm nekin.”   Hemû dahata ku ji pêşangehê bê wê ji bo jin û zarokên Rojava re bên şandin. Di pêşangehê de jinên Elman stran gotin û çalakî bi coş bi dawî bû.