ESP: Berxwedan bi ser ket

  • 17:58 26 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - ESP'ê derbarê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyanî da û got: "Li dijî kesên ku tecrîd tune hesibandin em bi hêza rastiyê bi ser ketin."
 
Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) derbarê bidawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyanî da û got: "Em bi ser ketin berxwedan bi ser ket."
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: "Me sê demsalan li ber xwe da.Em li dijî kesên ku tecrîd tune dihesibandin bi hêza rastiyê bi ser ketin.Em li dijî bêdengiyê bi qêrîna dayikên xwe bi ser ketin."