ESP: Berxwedan bi ser ket 2019-05-26 17:58:20   STENBOL - ESP'ê derbarê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyanî da û got: "Li dijî kesên ku tecrîd tune hesibandin em bi hêza rastiyê bi ser ketin."   Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) derbarê bidawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyanî da û got: "Em bi ser ketin berxwedan bi ser ket."   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: "Me sê demsalan li ber xwe da.Em li dijî kesên ku tecrîd tune dihesibandin bi hêza rastiyê bi ser ketin.Em li dijî bêdengiyê bi qêrîna dayikên xwe bi ser ketin."