Ji girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kirklarê 13 çalakger rakirin nexweşxaneyê

  • 17:20 26 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR/WAN - Ji girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kirklarê 13 çalakger rakirin Nexweşxaneya Yeşîlyurtê ya Dewletê. 
 
i girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kirklarê 13 çalakgerên bi navê Abdullah Oral, Erdan Polat, Samî Ozturk û Fethullah Demîrtaş ê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de, Xebat Demîr, Selma Yakut, Îshak Dayan, Ferît Karbay, Abdulkadîr Akdogan, Sercan Gumuş, Razmazan Kizildag, Têkoşer Talha û Turgut Aydin Akyuz , rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. 
 
Hat diyarkirin ku girtiyan bi taybetî ji dayikên laçik spî re silavên xwe şandine. 
 
Li Wanê 14 girtî rakirin nexweşxaneyê
 
Li girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê kesên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ku çalakiya xwe bi dawî kirin 14 ji wan rakirin nexweşxaneyê . Hat ragihandin ku 8 girtî rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û yên din jî rakirine nexweşxaneyên li herêmê.