Ji girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kirklarê 13 çalakger rakirin nexweşxaneyê 2019-05-26 17:20:50   ÎZMÎR/WAN - Ji girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kirklarê 13 çalakger rakirin Nexweşxaneya Yeşîlyurtê ya Dewletê.    i girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kirklarê 13 çalakgerên bi navê Abdullah Oral, Erdan Polat, Samî Ozturk û Fethullah Demîrtaş ê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de, Xebat Demîr, Selma Yakut, Îshak Dayan, Ferît Karbay, Abdulkadîr Akdogan, Sercan Gumuş, Razmazan Kizildag, Têkoşer Talha û Turgut Aydin Akyuz , rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê.    Hat diyarkirin ku girtiyan bi taybetî ji dayikên laçik spî re silavên xwe şandine.    Li Wanê 14 girtî rakirin nexweşxaneyê   Li girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê kesên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ku çalakiya xwe bi dawî kirin 14 ji wan rakirin nexweşxaneyê . Hat ragihandin ku 8 girtî rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û yên din jî rakirine nexweşxaneyên li herêmê.