Parlamenterên HDP'ê yên di grevê de rakirin nexweşxaneyê
- 14:56 26 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Parlamenterên DHP'ê Dêrsim Dag, Tayyip Temel û Murat Sarisaç ku di greva birçîbûnê de bûn piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çalakiyê bi dawî bikin çalakiya xwe qedandin û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.
Li ser banga Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan li girtîgehan û li derve çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku hat bidawîkirin. Piştî bidawîkirina çalakiyê, Parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag, Tayyip Temel û Murat Sarisaç ku li avahiya HDP'ê ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn çalakiya xwe qedandin û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.