Parlamenterên HDP'ê yên di grevê de rakirin nexweşxaneyê 2019-05-26 14:56:36   AMED - Parlamenterên DHP'ê Dêrsim Dag, Tayyip Temel û Murat Sarisaç ku di greva birçîbûnê de bûn piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çalakiyê bi dawî bikin çalakiya xwe qedandin û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.    Li ser banga Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan li girtîgehan û li derve çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku hat bidawîkirin. Piştî bidawîkirina çalakiyê, Parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag, Tayyip Temel û Murat Sarisaç ku li avahiya HDP'ê ya Amedê  di greva birçîbûnê de bûn çalakiya xwe qedandin û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.