15 kesên li Ebêxê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

  • 10:09 25 Gulan 2019
  • Rojane
WAN -Tevî Hevseroka Şaredariya Ebêxê Leyla Atsak a ku bi hinceta KHK'î ye mazbataya wê nehat dayin, 15 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Li Navçeya Ebêxê ya Wanê 3 roj berê  tevî Hevseroka Şaredariya Ebêxê Leyla Atsak a ku bi hinceta KHK'î ye mazbataya wê nehat dayin, 15 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin 9 kes piştî îfadeya jandarmayê serbest hatibûn berdan. 6 kes jî ji bo lêpirsîna dozgeriyê anîbûn Wanê. Ji 6 kesên ku bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" hatibû binçavkirin 2 jê serbest hatibûn berdan. Tevî Leyla 4 kesên ku hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. 
 
4 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin serbest hatin berdan.