15 kesên li Ebêxê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2019-05-25 10:09:39   WAN -Tevî Hevseroka Şaredariya Ebêxê Leyla Atsak a ku bi hinceta KHK'î ye mazbataya wê nehat dayin, 15 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.    Li Navçeya Ebêxê ya Wanê 3 roj berê  tevî Hevseroka Şaredariya Ebêxê Leyla Atsak a ku bi hinceta KHK'î ye mazbataya wê nehat dayin, 15 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin 9 kes piştî îfadeya jandarmayê serbest hatibûn berdan. 6 kes jî ji bo lêpirsîna dozgeriyê anîbûn Wanê. Ji 6 kesên ku bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" hatibû binçavkirin 2 jê serbest hatibûn berdan. Tevî Leyla 4 kesên ku hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin.    4 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin serbest hatin berdan.