Zarokê ku li Tersûsê ket qenalê jiyana xwe ji dest da

  • 11:48 23 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Li Tersûsê zarokê bi navê Seyyid Mustafa Selim ê 5 salî ket qenalê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Navçeya Tersûsa Mêrsînê zarokê bi navê Seyyid Mustafa Selim ê 5 salî ket qenala kûrahiya wê metreyeke û jiyana xwe ji dest da. Seyidê ku ket qenalê ji aliyê welatiyên der û dorê ji qenalê hat derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê. 
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.